Li Yedîsuya navçeya Bîngolê hêşinahiya biharê siruşt şên kir
Bingöl
Li Yedîsuya navçeya Bîngolê tonên hêşinahiyê siruşt şên kir. Ji aliyekê va li ser çil û çiyayan belekiyên berfê hene.
Navçeya Yedîsuyê di nav çil û çiyayên tîk da hatiye avakirin û her demsal xweş dibe.
Kesên ku navçeyê dibînin, dibin hejmetkarê siruşta navçeyê.
Piştî demsala zivistanê li navçeyê kulîlk û sosinan vedan, siruşt vê gavê bi tonên hêşinahiyê xemilî û di nava belekiyên ser çil û çiyan va dîmenên xweş derketin holê.
Nifûsa navçeyê nêzî 2 hezar û 850yî ye û xweşikahiyên wê bi droneyê hatin kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.