Jiyan

Li Wanê Parka Siruştê ya Încî Kefalî bi rengên payîzê va xemilî

Necmettin Karaca  | 11.11.2025 - Rojanekırın : 19.11.2025
Li Wanê Parka Siruştê ya Încî Kefalî bi rengên payîzê va xemilî Necmettin Karaca

Van

VAN (AA) - Parka Siruştê ya Încî Kefalî ya li Erdîşa navçeya Wanê, bi rengên payîzê va xemilî û mazûvaniya mêvanên xwe dike.

Park her sal di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê da bi mêvanên herêmî û navneteweyî yên ku dixwazin koça masiyên încî kefalî temaşe bikin va tijî dibe.

Bi hatina payîzê va dar û berên ku rengên wan kesk bûn cihê xwe ji rengên payîzê ra hîştin.

Parka ku rengên sor, zer û tûtik lê serdest in pêşwaziya bûk û zavayan û her wiha gelê herêmê yên ku dixwazin wêneyan lê bikşînin, dike.

Kubra Nur Demira ku bi malbata xwe ra hatiye parkê got ew dixwazin rengên payîzê li parkê temaşe bikin.

Demirê got ev der ji bo kesên ku wênekişandinê hez dikin bûye wek studyoyeke siruştî û wiha axivî: "Dîtina darên zerbûyî û bihîstina dengê çem hesteke aramiyê ya xweş dide. Em li vir bi malbatî seyranê dikin û bi aramî wextê xwe derbas dikin. Bi hatina payîzê ra dîmenên li vir wek kartpostalê ne. Ji bo ku wek bîranîn bimîne em wêneyan dikişînin."

Gîzem Demirê jî anî ziman ku ew cara ewil e tê parkê û wiha axivî: "Di vê demsalê da masî tunene, lê hawirdoreke xweş heye. Payîzê pêşwaziya me kir. Hewa pir xweş e. Cihekî pir xweş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın