Li Wanê 9 kesên ku berf û bagerê li wan kir û di rê da mehsûr man, hatin xelaskirin
Van
Li Çaldêrana navçeya Wanê welatî di berf û bagerê da bi wesayîtên xwe va di rê da man û piştî xebata ekîbên berfê vegeriyan malên xwe.
Li taxa Aşagi Kuyucakê ku 30 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, 9 kesên ku di 4 wesayîtan da bûn, ji ber berf û bagerê di rê da mehsûr man.
Piştî ku cab hat dayîn, ekîbên berfê yên Şaredariya Çaldêranê şandin herêmê û ekîban piştî xebata çar saetan rê vekir.
Ekîban wesayît ji nav berfê derxistin û kesên mehsûr mabûn jî gîhandin malên wan.
Ji aliyê din va li taxa Doyumalanê zarokek nexweş ket û Yasîn Dede ji bo ku kurê xwe bigihîne nexweşxaneyê bi wesayîtê bi rê ket, lê ji ber berf û bagerê wesayît ji rê derket.
Ekîbên ku çûn herêmê, wesayît ji nav berfê derxist û Dede bi kurê wî va gîhand Nexweşxaneya Dewletê ya Çaldêranê.
Yasîn Dede daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku berf dibarî û bager rabûbû, wî pêşiya xwe nedît.
Dede daxuyand ku ew demeke dirêj di wesayîtê da mehsûr man û wiha dewam kir, "Ez û kurê xwe yê nexweş, em çar saetan di wesayîtê man. Ekîb hatin û em derxistin. Xwedê ji wan razî be, spasdar im."