Önder Beyter
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji rêyên girtî yên 1555 gund û goman jê yên 954an vebûn.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber şertên neyênî yên hewayê li seranserê bajêr rêyên 221 gund û goman hatin girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên ku ji duh va xebatên xwe didomînin, rêyên 116 gund û goman vekirin û herwiha ji bo yên mayîn jî xebatên xwe didomînin.
Herwiha ekîbên paqijkirina berfê, berfa li kolanên sereke û kuçeyan ên li navenda bajêr bar dikin kamyonan û dibin dervayî bajêr vala dikin.
Dîsa ekîbên ku li taxên çil û çiyayî jî rêyan vedikin, bi hawara welatiyên di rê da mayî diçin.
Li navçeya Erdîşê li Taxa Dovenciyê û goma Çadaşê 7 kesên ku wesayîtên wan di berfê da man, ji peywirdaran alîkarî xwestin. Ekîbên paqijkirina berfê yên ku ji bo herêmê hatin şandin, di encama xebata 3 saetan da welatiyên mehsûrmayî xilas kirin.
Herwiha welatiyan sipasiya ekîban kirin.
- Hekarî
Li Hekariyê li navend û navçeyan ji ber berf, bager û şepeyê rêyên 30 gund û 77 goman hatin girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê pêr ji 307 rêyên girtî jê yên 200an vekirin û ji bo yên mayîn jî xebatên xwe didomînin.
Herwiha ekîbên Şaredariya Hekariyê berfa li kolan û kuçeyên bajêr bar dikin û dibin dervayî bajêr.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berf û bagerê li bajêr rêyên 200 gundan hatin girtin.
Kurtkan diyar kir ku 400 rê hatin vekirin û ji bo yên mayîn jî xebat dewam dikin. Kurtkan herwiha diyar kir ku ekîb li ciyên destnîşankirî di amadebaşiyê da ne ku bi hawara rewşên nexweş biçin.
Li navçeya Xelatê Goristana Meydanî ya Selçûqiyan a dîrokî piştî ketina berfê xemilî û spîçîl bû. Ziyaretvanên goristanê jî dîmenên menzereya newaze kişandin.
- Mûş
Sekreterê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku li seranserê bajêr ji 311 rêyên ku ji ber ketina berfê hatibûn girtin, jê yên 238an hatin vekirin.
Yentur herwiha diyar kir ku xebatên vekirina rêyên 73 gundên mayîn jî dewam dikin. Yentur got, ji bo ku welatî mexdûr nebin, ekîb bênavber dixebitin.
Li bajarê ku bi berfê spîçîl bûye, ekîbên şaredariyê berfa li ser kuçe û kolanan paqij kirin.
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Nîhat Rençber jî diyar kir, berfa ku ev du roj in dibare, tesîreke neyênî li jiyanê kir.
Rençber got ku ekîb bi şev û roj dixebitin û herwiha ew ji bo rewşên bilez di amadebaşiyê da ne û li ser îxbaran jî ew bi hawara nexweş û welatiyên di rê da mayî diçin.
- Hişyariya cemed û hişkiyê
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê bi giştî hewa dê pir ewrayî be û heya danê êvarê jî berf dê bibare. Herwiha destê sibehê û nîvê şevê ligel cemed û hişkiyê, bûsî û cih cihan jî mij dê çêbe.
Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr û rojhilatê nerm, carinan jî nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Wanê 1, li Hekarî û Mûşê 0, di bin sifirê da li Bidlîsê jî 4 pile be.