Jiyan

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê kuçe û kolan vala man

Mesut Varol,Sayim Harmancı,İbrahim Yaldız,Ahmet Okur   | 30.04.2021
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê kuçe û kolan vala man

Van

Li Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da tê pêkanîn kolan û meydan vik û vala man.

Li Wanê Meydana Beşyolê, kolanên Cumhuriyet û Maraşê ji ber astengan vala man.

Ekîbên polêsan li kolan û parkan kontrol domandin, belgeyên rêwî û ajokaran kontrol kirin û wisa destûr dan ku derbas bibin.

Li Hekariyê hat dîtin ku xêncî kesên muef tu kes ji mala xwe derneket.

Ji ber qedexeya derketina derva kolanên Bulwar û Cumhuriyetê yên ciyên herî qerebalix vala man.

Li Bidlîs û Mûşê jî hat dîtin ku welatî guh didin qedexeyê û zêde dernakevin derva.

Kolan û meydanên herî qerebalix ên bajaran vala man û polês û cendirmeyan li herêman xebatên xwe domandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın