Jiyan

Li Wan, Bidlîs û Hekariyê rêyên 26 gundan vebûn

Ji bo vekirina rêyên 6 gundên mayîn jî xebat dewam dikin

Önder Beyter  | 23.01.2020 - Rojanekırın : 28.01.2020
Li Wan, Bidlîs û Hekariyê rêyên 26 gundan vebûn

Van

 Li Wan, Bidlîs û Hekariyê ekîbên paqijkirina berfê ji duh û vir va rêyên 26 gundan vekirin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber bagerê û herwiha berfa ku li bajêr li deverên bilind ket, li navçeya Bahçesarayê rêyên 2 gundan hatin girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê yên ku ji duh va rêyên 15 gundan vekirin, ji bo vekirina 2 rêyên mayîn jî xebatên xwe didomînin.

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî ji ber şertên neyênî yên hewayê rêya gomekê tuneye.

Ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ku pêr ji 6 rêyên girtî 5 jê vekirin, ji bo vekirina rêya gomê xebatên xwe didomînin.

Li Yuksekovayê herwiha ji ber mijê, mesafeya dîtinê cih cihan berjêrî heta 5-10 metreyan bû. Ajokaran li ser Kolana Rêya Hevrişmê gelekî zehmetî kişand.

- Bidlîs, Mûş

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji rêyên 3 gundan ên ku ji ber berfê girtî ne, ji bo ku bên vekirin xebat dewam dikin. Kurtkan herwiha diyar kir ku ji duh va rêyên 6 gundan hatin vekirin.

Sekreterê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku li seranserê bajêr hemû rêyên ji ber ketina berfê hatibûn girtin, vebûn. Yentur herwiha diyar kir ku di rêyan da ekîb xebata firehkirina rêyan didomînin.

Ji ber mijê li rêbejaya Mûş-Haskoyê ajokaran zehmetî kişand.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê bi giştî hewa dê pir û perçe ewrayî be, binavber jî berf dê bibare. Herwiha destê sibehê û nîvê şevê ligel cemed û hişkiyê, bûsî û cih cihan jî mij dê çêbe.

Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Mûşê 0, di bin sifirê da li Wanê 2, li Hekarî û Bidlîsê jî 4 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.