Li Wan, Bidlîs û Hekariyê rêya 30 tax û gundan girtî ne
Li Wan, Bidlîs û Hekariyê berf û bagerê rêya 30 tax û gundan girt.

Van
Li Wan, Bidlîs û Hekariyê berf û bagerê rêya 30 tax û gundan girt.
Li Wanê berf, bager û serma di çûyîn û hatinê da bû sedema tengasiyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, li navenda bajêr û navçeyan berf û bagerê rêya 11 taxan girt.
Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Mûş
Li Mûşê hemû rêyên gundan ên ku berfê girtibûn, bi destê ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr vebûn.
Şefê ekîba berfê ya Îdareya Taybet a Bajêr Nazim Dîner diyar kir, ji ber çil û çiyayan li herêmê xebat zehmet e.
Dîner daxuyand wan bi xebateke demdirêj rê vekirin û ekîb niha xebatên firehkirina rêyan didomînin.
- Hekarî/Bidlîs
Berf û bagerê li Bidlîsê rêya 15 gundan, li Hekariyê rêya 4 gundan girt.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Bidlîsê daran di sermayê da qiravî girt, bi çatiyên avahiyan va jî şembelîlk çêbûn.
Ekîbên şaredariyê jî berfa kuçe kolan û peyarêyan avêt û xoyê reşand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.