Jiyan

Li Wan û Bidlîsê rêya 277 gund û taxan hatin vekirin

Ji bo rêya 168 tax û gundan bê vekirin xebat dewam dikin

Türkan Tosun   | 14.01.2020
Li Wan û Bidlîsê rêya 277 gund û taxan hatin vekirin

Van

Li Wan û Bidlîsê rêya 445 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin ku ji van 277 rê hatin vekirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê da hat gotin 30 tîmên şaredariyê ji bo rê bên vekirin dixebitin.

Hat gotin 216 rê hatin vekirin, lê li Gurpinarê 62, li Başkaleyê 25, li Baxçesarayê 13, li Çataxê 35, li Muradiyeyê 4, li Ozalpê 2 û li Sarayê 2 rê hê jî ji ber berfê girtîne û ji bo 143 rê bên vekirin xebat dewam dikin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurthan daxuyand li giştiyê bajêr rêya 86 taxan ji ber berfê hatiye girtin ku ji van 61 rê hatine vekirin.

Kurthan got rêya 25 gundan hatine girtin, ji bo ev rê bên vekirin ew dixebitin.

- Mûş

Li Mûşê jî piştî berfê hişkî çêbû. Hewzên li parkan qeşa girt.

Ji ber mijê jî mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran zehmetî kişand.

Deşta Mûşê jî bi rengê spî nixûmî.

- Hişyariya qeşa û hişkiyê

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Serê sibê û şev qeşa û hişkî wê çêbibe, car caran jî mij û dûman wê çêbibe.

Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî car caran ba wê rabe.

Germahiya herî zêde ya rojê wê li Wanê 3 pile, li Hekariyê pileyek, li Bidlîsê di bin sifirê da 2, li Mûşê di bin sifirê da pileyek be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın