Jiyan

Li Wanê jin di Dibistana Cotkaran da hînî mozvaniyê dibin

Emre Ilıkan   | 21.10.2021
Li Wanê jin di Dibistana Cotkaran da hînî mozvaniyê dibin

Van

Li Wanê jinên beşdarî "Dibistana Cotkaran a Sepanî" dibin der barê mozvaniyê da hemû tiştan hîn dibin û dibin xwedî pîşe.

Projeya Dibistana Cotkaran a Sepanî ya bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê, Rêxistina Xurek û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî tê meşandin dewam dike.

Di vê çarçoveyê da li Gewaşa navçeya Wanê ji bo ku jin bên îstixdamkirin û mozvanî pêşva here jin tên perwerdekirin.

Jinên tên perwerdekirin der barê xwedîkirina mozan, mozvanî, hingiv û veşartina hingiv da dibin xwedî agahî.

Piştî perwerdeyeke 6 mehan jinê sertîfîkayê hildin û wê bikaribin kewrara bikirin û hingivê ku bi dest dixin bifroşin.

- "Em li Gevaşê 25 jinan di warê mozvaniyê da agahdar dikin"

Kordînatorê Projeyê Bunyamîn Hakan ji nûçegihanê AAyê ra got ku Wan ji aliyê xida, çandinî û heywandariyê va bajarekî girîng e.

Hakan diyar kir ku ew di her qadê da jinan perwerde dikin ku di hilberînê da mafê jinan ê axaftinê jî hebe û wiha dewam kir:

"Dibistanên Cotkariyê yên sepandinê dibistanên bê dawî ne. Em di nav baxçeyan da, ser zeviyan û di tewleyan da perwerdeyê didin. Armanca me ew e ku mozvanî pêş bikeve û jin jî hînî vî karî bibin û werin îstixdamkirin. Di çarçoveya projeyê da em li Gevaşê 25 jinan di warê mozvaniyê da agahdar dikin. Me di serê perwerdeyê da li kursiyeran her yekî 5 kewarên mozan bela kir. Em bawer dikin ku jin jî wê piştgiriyê bidin hilberînê. Di kursê da hînî vî karî dibin. Piştî ku perwerde kuta bibe, em ê koperatîfê ava bikin. Jin wê hingivê xwe bikaribe bifiroşe û pê debara malbata xwe bike û bibe xwedî pîşe."

- "Ez dixwazim karê xwe ava bikim"

Kursiyer Rumeysa Şekerê jî got ku ew di sala 2018an da ji Beşa Rêvebirinê ya Fakulteya Zanyarên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê mezûn bû û ji bo ku ew karê xwe ava bike, beşdarî "Dibistana Cotkariyê ya Bisepan" bû.

Şekerê ragihand piştevaniya ku dewlet bide jinan gelekî girîng girîng e û wiha domand: "Ez dixwazim bi piştgiriya dewlet bide va karê xwe bikim. Di mêşvaniyê da keda tê dayîn û ya bidest dikeve jî gelekî xweş e. Hingiv gelekî tê xwestin. Ji ber vê jî me xwest ku em mêşvaniyê bikin. Erdnîgariya me ji bo vê yekê baş e. Li Wanê hingiv gelek e û bazara firotinê jî heye. Ez wisa difikirim ku min qadeke baş tercîh kiriye."

Aycan Bayezîda tê qursê jî got ku ew demeke dirêj e bi çandiniyê ra eleqedar bûye û silq û fasulye daniye.

Bayezîdê destnîşan kir ku ew dixwaze mêşên hingiv xwedî bike û wiha domand: "Der heqê mêşvaniyê da agahiyê didin me. Min 5 kewar mêşên hingiv hildan. Êdî jin jî di qada hilberînê da wê hebin. Em dixwazin di qada aboriyê da jî bibin xwedî gotin. Dema em bergîdana keda xwe hildidin dixwazin ku zêdetir bixebitin.

Songul Guleça li Taxa Cêwiyan a ser navçeyê ku karê mêşvaniyê dike got ku ew hingivê wan bê şekir e û wiha domand: "Ev karekî bi zehmet e. Lê ez wisa bawer dikim ku wê jin ji heqê vî karî bên der. Niha 25 jin dixwazin vî karî bikin. Bi salan e ez vî karî dikim û min rê nîşanî gelek kesan da. Em dixwazin bila hejmara eleqedaran zêde bibe û hingivê organîk derkeve meydanê. Ji niha pê va em ê bibînin ku jin di vê qadê da hê zêdetir hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın