Jiyan

Li Wanê ji ber berf û bagerê jinika ducanî di 3 saetan da paşê gîhandin nexweşxaneyê

Hakan Sarı   | 17.01.2022
Li Wanê ji ber berf û bagerê jinika ducanî di 3 saetan da paşê gîhandin nexweşxaneyê

Van

 Li Ozapa navçeya Wanê li taxeke ku berf û bagerê rêya wê girt, sanciyên jineke ducanî dest pê kir û ekîban piştî xebata 3 saetan jinik gîhand nexweşxaneyê.

Esra Alpdagtaşa 25 salî li taxa Yarimkayayê dijî û ji ber ku sanciyên wê yên welidînê dest pê kir, malbata wê ji ekîbên tenduristiyê alîkarî xwest.

Ji ber ku rêya taxê girtî bû, ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê sewqî herêmê kirin.

Rê bi makîneyên kar hat vekirin û ekîbên tenduristiyê xwe gîhand Alpdagtaşê û piştî xebata 3 saetan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ozapê.

Rewşa Alpdagtaşê baş e û eqrebayên wê spasiya ekîbên şaredarî û tenduristiyê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın