Bahar Tanrıtanır
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
VAN (AA) - Li devera Norduzê ya Gurpinara navçeya Wanê, rêyên zozanan ku seranserê zivistanê girtîbûn, di encama xebatên ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin da dîsan vebûn.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, ekîbên Şêfîtiya Şantiyeya Kirkgeçîta ya ser bi Serokatiya Karûbarê Çêkirin, Nerîn û Tamîra Rê, li deverên raqimên wan bilind ji bo vekirina rêyan, xebat dan destpêkirin.
Ji bo vekirina rêyên zozanan ku sitûriya berfê li wan cih bi cih digihije 2-3 metroyan, ekîb dest bi kar bûn û hiştin, ajeldar bigihijin zozanan.
Musa Halatê niştecihê taxa Topyildizê ku bi hespê xwe çû zozanan, got ku ew ji hewildanên vekirina rêyên zozanan kêfxweş in.
Halat diyar kir ku gava heriya li ser rê hişk bibe, ewê karibin bi wesayîtên xwe biçin zazonan û got, "Raqima zozanên li vêderê bilind e. Em debara xwe bi xwedîkirina ajelan dikin. Di vê pêvajoyê da gihîştina zozanan ji bo me giring e. Rêya me hatiye vekirin. Em kêfxweş in. Em spasiya her kesê ku beşdarî kiriye dikin, bi taybetî Waliyê me û ekîbên me."