Jiyan

Li Wanê mamosteyan xeyalê "polê" yê xwendekara astengdar pêk anî

Necmettin Karaca   | 24.11.2021
Li Wanê mamosteyan xeyalê "polê" yê xwendekara astengdar pêk anî

Van

 Li Muradiyeya navçeya Wanê xwendekarekî ku ji bedena xwe astengdar e, nikare here dibistanê. Mamosteyên ku li navçeyê wezîfeyê dikin, odeya xwendekar veguherand polê û wekî ku li dibistanê be ders dan xwendekar û xeyalê wî pêk anî.

Zelîha Buluta 12 salî xwendekara pola 4emîn e û li taxa Babacanê ya ku 20 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, dijî. Mamosteyên ku li Dibistana Seretayî ya Babacanê wezîfeyê dikin, bi dildarî dest pê kir û li malê ders didin Zelîhayê.

Ji bo ku Bulut ji dersên xwe nemîne, mamoste bi rêk û pêk li malê ders didin. Mamosteyan Buluta ku dixwest timî here dibistanê û bi hevalên xwe ra têkeve dersan, ji dersan bê par nehişt.

Mamosteya Matematîkê Sevgî Ozkayê ji Midûriya Perwerdeyê ya Neteweyî ya Navçeyê, ji îdareya dibistanê û rayedarên Heyva Sor ra qala rewşa Zelîhayê kir û biryar da ku bi alîkariya van saziyan odeya Bulutê veguherîne polê.

Ozkayê bi wezîfedarên Heyva Sor ra çûn mala Bulutê û odeya wê vala kir, sire, maseya mamoste, quncikê Ataturk, dep û alavên din ên ku seba polekê pêdivî ne, tev bi cih kir û bi alayên Tirk va xemiland.

Ozkayê ode veguherand polê û tê da ders da xwendekara xwe ya astengdar ku xwendekara wê ji hevalên xwe nemîne. Bulut jî kêfxweş bû ku di odeya xwe ya mînanî polê da fêrî dersê bû.

Dildarên Heyva Sor sandaliyeya biteker a Bulutê ku kevin bûbû jî guherand û jê ra yeke nû anî.

Ozkayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir Bulutê timî dixwest ku li dibistanê fêrî dersan bibe û wan jî jê ra suprîz kir.

Ozkayê spasiya Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û dildarên Heyva Sor kir.

Ozkayê daxuyand ku Zelîha wê ji vir û şûnda bi hevalên xwe ra di hefteyê da du rojan li malê perwerde bibe.

Zelîha Bulutê jî daxuyand ku wê timî xeyala çûyîna dibistanê dikir û wiha dewam kir, "Min dixwest ku li dibistanê ders bixebitim. Êdî poleke min heye û ez ê bi hevalên xwe ra têkevim dersê. Ez pir şa me. Ez spasiya mamosteyên xwe û kesên ku ji min ra ev surprîz kir, dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.