Li Wanê 3 hezar kewarên hingiv ên ku tê da moz hene wê li 150 mozvanan bên belavkirin ku teslîmkirina wan dest pê kir.
Walîtiya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan "Projeya Belavkirina Kewarên Bimoz" dabû destpêkirin ku di çarçoveya vê projeyê da, li taxa Yolçatiyê ya li navçeya Edremîtê merasîmek hat lidarxistin.
Armanca vê projeyê ew e ku karê mozvaniyê belav bibe, hejmara mozan zêde be û cotkar ji bilî karên xwe debareke din bi dest bixin.
Di çarçoveya vê projeyê da ji 3 hezar kewarên hingiv ên ku tê da moz hene û wê teslîmî 150 cotkaran bên kirin da, jê yên ewil hatin belavkirin.
Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Ozan Balci beşdarî bernameya belavkirinê bû û anî ziman ku ew dixwazin karên welatiyan hêsan bikin û piştgiriyê bidin wan.
Balcî diyar kir ku ew giringiyê didin xebatên çandinî û heywandariyê û wiha axivî: "Me her tim bi derfetên dewleta xwe piştgirî da cotkarên xwe. Îro ji bo belavkirina 3 hezar kewaran ên ji bo 150 cotkaran em civiyan û me dest bi belavkirina wan kir. Ji bo mozvaniyê piştgirîyeke giring e, lê têrê nake. Armanca me ew e ku em vê piştgiriyê hîn zêdetir bikin. Înşallah em ê hîn zêdetir pêş va bixin."