Li Wanê ji bo pêşîlêgirtina lehiyan newal hatin islahkirin, 10 kîlomêtre kevir hatin rokirin
Li Wanê ji bo kêmkirina rîska rabûna lehiyê li 12 deveran newal hatin islahkirin, 10 kîlomêtre kevir hatin rokirin
Yılmaz Kazandioğlu
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
photo: Özkan Bilgin / AA
VAN
Li Wanê ji bo kêmkirina rîska rabûna lehiyê li 12 deveran newal hatin islahkirin, 10 kîlomêtre kevir hatin rokirin.
Ekîbên Midûriya Herêma 17emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) li Wanê ji bo ku niştewar ji rîskên lehî û baranê werin parastin, dixebitin.
Ji bo ku li qadên birîsk pêşî li ber lehiyê were girtin, newal hatin paqijkirin û firehkirin. Wezîfedarên DSÎyê di newalan da paqijiya rusûbatê kir.
Wêne : Özkan Bilgin/AA
Di nava saleke dawî da li 12 niştewaran xebatên islahkirina newalan hat kirin û 10 kîlomêtre kevir hatin rokirin. Ekîb li herêmên birîsk xebatên xwe didomînin ku beriya zivistanê seba lehiyan tevdîran hildidin.
Midûrê Herêma 17emîn a DSÎyê Cîhan Aksoy ji nûçegihanê AAyê ra got ku li bajêr ji bo pêşîlêgirtina lehiyan wan tevdîr hildan.
Aksoy daxuyand ku di vê çarçoveyê da li navenda bajêr û navçeyan di saleke dawî da bi rêbaza îhaleyê û bi hêza kar a saziyê li 12 deveran xebat hatin kirin û wiha dewam kir, "Midûriya me ya herêmê li qada ku jê berpirsiyar e bi tevahî 20 kîlompêtre tahkîmata keviran kir. 10 kîlomêtreyên wê li navenda Wanê û navçeyên wê hatin kirin. Me li Newala Akkopruyê ya navenda bajêr seba kêmkirina rîska lehiyê paqijiya rusûbatê kir. Me li navçeyên me yên Muradiye, Erdîş û Gurpinarê jî dîsa ji bo kêmkirina rîska lehiyê dest bi tehkîmata newalan kir."