Jiyan

Li Wanê bi piştgiriyan va hebûna pez û dewaran zêde dibe

Li Wanê bi piştgirî û projeyan va jimara pez û dewaran zêde dibe.

İbrahim Atmaca   | 04.03.2021
Li Wanê bi piştgiriyan va hebûna pez û dewaran zêde dibe

Van

Li Wanê bi piştgirî û projeyan va jimara pez û dewaran zêde dibe.

Li Wanê piştî ku hizûr û aramî çêbû û welatî vegeriyan gundên ku di statuya taxan da ne, heywandarî şên bû. Rabûna qedexeya li ser zozan û mêrgan, piştgiriya dewletê û teşwîqan jî rûyê rêncberan geş kir.

Di salên 1980yî da piraniya pêdiviya goştê sor ê welêt ji Wanê dihat, lê ji ber bûyerên terorê heywandarî jî kêm bû. Bi geşedanên nû ra heywandarî cardin zêde bû.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Wanê jimara pez ji sedî 17 zêde bû û derket 3 milyon û 166 hezar û 236an, jimara dewaran jî ji sedî 8 zêde bû û derket 197 hezar û 483yan.

Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, bi saya teşwîq û piştgiriyan ew dixwazin li bajêr hebûna heywanan zêde bikin.

Bîlmez diyar kir ku li Wanê potansiyela heywandariyê zêde ye û wiha dewam kir, "Li bajêr di salên 1980yî da 7-8 milyon serî pez hebûn. Ji ber bûyerên terorê yên li herêmê gundiyan koçî bajêran kir. Vê yekê jimara heywanan kêm kir, gelek zozan hatin xerabkirin. Piştî ku li herêmê cardin hizûr û ewlehî çêbû, meriv cardin vegeriyan gund û zozanên xwe û dest bi çandinî û heywandariyê kirin."

Bîlmez diyar kir, jimara kesên ku vegeriyan gundan pir zêde bûn û wiha dewam kir:

"Di çarçoveya 'Projeya ji bo ku ez li gundê xwe bijîm gelek sedemên min hene' da ku Wezareta Xezîne û Maliyeyê û Wezareta Çandinî û Daristanê piştgiriyê didê û bi tevkariya Bankeya Ziraetê tê sepandin, wê ji heywandaran ra 100 hezar lire piştgiriya krediya bêfaîz wê were dayîn. Li bajarê me jimara pez ji 3 milyonî zêdetir bûye. Hedefa me ew e ku em jimara pez milyonekî zêde bikin. Li herêmê her ku asayîş û hizûr çêbibe, turîzm, sanayî, çandinî û heywandarî wê zêde bibe."

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Îbrahîm Gorentaş jî got ku li gor daneyên TUÎKê ji aliyê hebûna pez va Wan li Tirkiyeyê di rêza ewil da cih digre.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın