Jiyan

Li Tunceliyê li cihê ku şivan amûrên kevir dîtin şûnwarên "dewra kevir" hatin dîtin

İbrahim Atmaca   | 16.09.2020
Li Tunceliyê li cihê ku şivan amûrên kevir dîtin şûnwarên "dewra kevir" hatin dîtin

Tunceli

TUNCELÎ (AA) - Li Ovacixa navçeya Tunceliyê dema ku lêkolînên arkeolojîk ên ser rûyê erdê dihatin kirin, şivanekî wexta ku heywanên xwe diçêrand rastî amûrên kevir hat û li wê qadê alavên ku ji dewra "Paleolitika Navîn û Jorîn" û "Epipaleolitik"ê hatin tesbîtkirin.

Bi serokatiya Yasemîn Yilmaza Doxtora Endama Hîndekariyê ya Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Duzceyê li navenda bajêr û navçeyan ji sala 2015an vir va lêkolînên ser rûyê erdê dikin û rastî delilên nû hatin.

Li Akyayika gundê ser navçeyê Umut Can Onerê 16 salî ye û şivantiyê dike, cab da ekîba lêkolînên ser rûyê erdê ku wî li deverekê hin amûrên kevir dîtine û piştî ku şivên ekîb bir qadê, xebat li ser vê qadê hûr û kûr bûn.

Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê û bi piştgiriya Walîtiya Tunceliyê, Midûriya Çandê ya Bajêr û Midûriya Muzeyê ya Tunceliyê di kordîneya Arkeolog Ozgur Şahînê nûnerê wezaretê da xebat hatin kirin û li bakurê rojhilatê Anadoluyê şûnwarên merivên herî berê hatin dîtin.

Ekîb bi nêzî xebata 4 rojan şûnwarên dewra Paleolitika Navîn û Jorîn û Epipaleolitikê bi derxistin holê.

Li gor nirxandinê şûnwar ji dewra traşkirina kevir mane. Akademîsyen Yasemîn Yilmazê li Muzeya Tunceliyê amûrên kevir ji bo rojnamegeran teşhîr kirin. Yilmazê daxuyanî da û diyar kir ku 5 sal e ew li bajêr lêkolînên ser rûyê erdê yên arkeolojîk dikin.

Yilmazê daxuyand ku bi xebatên hatin kirin va hemû dewrên arkeolojîk li Tunceliyê derketin holê û wiha dewam kir: "Ji dewra koçertiyê ya ku em jê ra paleolîtîka jêrîn dibêjin, amûrên kevir mane û ev amûr li navçeyên cuda hatin dîtin û bi vî hawî me hemû dewrên çandî tesbît kirin. Ev ji bo nîşan dide ku Tuncelî ji aliyê arkeolojiyê va çi qas dewlemend e."

Yilmazê diyar kir ku şûnwarên ku li Ovacixê hatin dîtin, li ser wan bi hûrgilî lêkolîn tên kirin û tên tedqîqkirin.

Yilmaz li ser girîngiya şûnwarên ku nû hatin tesbîtkirin sekinî û wiha got, "Me di xebatên xwe yên li Ovacixê da dewra beriya civakên ku cara ewil bi cih bûne ku em wek epipaleolitik bi nav dikin, tesbît kir. Me ev dewr di xebatên xwe yên berê da nedîtibû. Ji bo keşfeke nû ye. Di arkeolojiya anadoluyê da li aliyê bakurê rojhilatê derheqê vê dewrê da tu şûnwar tunebûn."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın