Jiyan

Li Tunceliyê bi rêbazên ji bav û kalan mane dimsê tûyê tê çêkirin

Sidar Can Eren   | 22.07.2021
Li Tunceliyê bi rêbazên ji bav û kalan mane dimsê tûyê tê çêkirin Sidar Can Eren - AA

Tunceli

 Li Tunceliyê ji tûyên ku ji daran tên komkirin bi rêbazên ji bav û kalan mane dims tê çêkirin.

Li Tunceliyê bi rêbazên ji bav û kalan mane dimsê tûyê tê çêkirin

Li Tunceliyê ji tûyên ku ji daran tên komkirin bi rêbazên ji bav û kalan mane dims tê çêkirin. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )

Gundiyên li navçeyên Çemîşgezek û Pertekê dijîn ji darên ku danîne yan jî li çolê hêşîn bûne her sal tûyên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê da digihêjin kom dikin û dims çêdikin.

Welatiyên bi alîkariya hev dimsê tûyê çêdikin derdikevin ser darên ku 20-30 mêtro bilind in û tûyên darê dadiweşînin ser brandayên ku li binê daran raxistine.

- Çêkirina dimsê tûyê zehmet e

Gundî tûyên ku dadiweşînin ji erdê kom dikin û peyra bi satilan dikişînin malê. Tûyên kom dikin sitîlan da li ser agir dikelînin, tûyên baş dikelin dikin telîsên caw û dadiwerînin. Ava ji tûyan derdikeve jî cardin dikelînin.

Di pey ra ava ku baş dikele û dibe dims dikin teneke û kûpan û danîn ser xanî. Dimsê ku qederê hefteyekê li ber tavê disekine cardin dipalînin û êdî ji bona xwarinê amade dibe.

- Dimsê tûyê dişînin bajar û navçeyên li derdorê

Gundiyên ku dimsê tûyê çêdikin dişînin bajar û navçeyên li derdorê. Li herêmê kîloya tûyên hişkirî bi 60 lireyî tê firotin û dimsê tûyê jî ku di taştê da dixwin bi 50 lireyî tê firotin.

Mustafa Denkê ji Dereya gundê Pertekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çar kes li jêrê brandayê radigirin û kesek jî derdikeve serê û tûyên darê dadiweşîne.

Denk destnîşan kir tûyên tên komkirin di sitîlan da dikelînin û wiha axivî, "Tûyên di sitîlan da baş dikelin dadiwerînin. Ava ji tûyan derdikeve jî cardin dikelînin. Di pey ra ava ku baş dikele û dibe dims dikin teneke û kûpan û danîn ser xanî. Dimsê ku qederê hefteyekê li ber tavê disekine cardin dipalînin û êdî ji bona xwarinê amade dibe."

- "Em di kelekel û germê da dixebitin"

Sakîne Denkê diyar kir çêkirina dimsê tûyê zehf zehmet e.

Denkê diyar kir tûyên ku dadiweşînin ji erdê kom dikin û peyra bi satilan dikişînin malê û got ku em di kelekel û germê da dixebitin, em ji bona malê çêdikin û gava zêdebar be em difiroşin.

Ji gundiyan Musa Şaş jî diyar kir ji çar aliyên Tirkiyeyê dimsê tûyê dixwazin û got ku da li herêmê kîloya tûyên hişkirî bi 60 lireyî tê firotin û dimsê tûyê jî ku di taştê da dixwin bi 50 lireyî tê firotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın