Jiyan

Li Sêrtê şewata pirêzeyan 200 ton dengên kayê kire xwelî

Li Sêrtê şewata pirêzeyan bû sedem ku nêzî 200 tonî dengên kayê bibin xwelî.

Elif Orhan  | 14.07.2019 - Rojanekırın : 15.07.2019
Li Sêrtê şewata pirêzeyan 200 ton dengên kayê kire xwelî

Siirt

Li Sêrtê şewata pirêzeyan bû sedem ku nêzî 200 tonî dengên kayê bibin xwelî.

Li gundê Yokuşbaglara li ser navendê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket. Şewat bi tesîra bayê jî di demek kurt da mezin bû dengên kayê yên Ramazan Toprak, Şakîr Ekîncî, Îsmaîl Atilgan, Alî Demir û Osman Baksal kire xwelî.

Ekîbên agirkujiyê yên ku hatin cihê bûyerê bi xebeta ku biqasî 2 saetan dewam kir şewatê hildan bin kontrolê. Gundî jî ji bo ku şewat nepeke eraziyên çandî yên hawirdor hewl dan ku tevdîran hildin.

Midûrê Agirkujiyê yê Şaredariya Sêrtê Misbah Yilmaz got ku ka gelekî zû dişewite lewra bi zorî şewat temirandin.

Yilmaz got ku di şewatê da keda salekî ya 5 cotkaran bû xwelî û hişyarî da welatiyan ku bila agir bi pirêzeyan nexin.

Mixtarê gund Şakir Başaran jî da zanîn ku kesekî agir bi pirêzeyan xistiye û şewat pekiyaye kayên cotkaran.

Başaran got ku kêm zêde 200 hezar lire zirara cotkaran çêbûye û wiha axivî:

"Kayên ku 5 cotkaran seranserê salê berhev kiribûn şewitî. Kayên ku ji 600 donimî zêdetir erdê hatibû berhevkirin şewitî. Kayê nîskan ê cotkarekî yê ji 300 donimî zêdetir şewitî. tenê 60-70 hezar lire zirara wî çêbû. Mixabin ku keda wan a salekê beredayî çû."

Cotkar Îlhan Atilgan jî qal kir ku nêzî 80 tonî kayê wî yê sor şewitî.

Atilgan got ku biqasî 100 hezar lireyî zirara wî çêbûye û wiha axivî: "Mixabin ku keda me ya salekê beredayî çû. Hemû şewitî û bû xwelî. Vê şewatê em herî kêm 4 sal paşve birin. Em gelekî mexdûr in. Em naxwazin ku kes pirêzeyan bişewitîne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın