Li bajarê mezin bi zêdebûna germa hewayê ra Stenboliyên ku xwestin hênik bibin, berê xwe dan behrê û parkan.
Piştî ku Walîtiya Stenbolê daxuyand ku 1ê Tîrmehê wê bibe "roja herî germ a salê" û germa hewayê wê bi nemê ra derkeve 40 pileyî û şûnda li bajêr germê tesîra xwe nîşan da.
Welatiyên ku ji germê aciz bûn, ketin behrê, li park û baxçeyên milet ketin binê sihan.
Li Beşîktaşê turîstên xwecî û biyanî yên ku ji germê aciz bûn, li Qeraxê Bebekê ketin behrê.
Hin welatiyan jî li ber qeraxan pîknîk kir. Seranserê rojê herêm xalî nebû.
Li Buyukçekmeceyê jî welatî ketin behrê, li ser şezlongan veleziyan û li ser hêşinahiyê pîknîk kir.
Ji şêniyên navçeyê Burhan Benlî diyar kir ku hewa xweş e û wiha dewam kir, "Ewropa dişewite, 45-50 pile germ heye. Li vê derê taveke pir xweş heye, heke germ bûya meriv nikaribû rûnişta. Qerebalix e, lê behr xweş nîne, qirêj e. Rojê yekşeman pir qerebalix dibe."
Li Aliyê Anadoluyê jî kesên ku ji germê revîn, berê xwe dan Qeraxên Uskudarê. Welatî li Qeraxê Salacakê ketin behrê û xwe li ser keviran dan tavê.