Jiyan

Li Şirnexê perwaneya guran ket nava bira bizinan û 25 bizin xeniqandin

İbrahim Atmaca  | 22.02.2021 - Rojanekırın : 23.02.2021
Li Şirnexê perwaneya guran ket nava bira bizinan û 25 bizin xeniqandin

Şırnak

 Li gundê Sulakê yê li ser Îdila navçeya Şirnexê gur ketin nav bira bizinan û ji 100 bizinî 25 bizin xeniqandin, 15 bizin birîndar kirin.

Hasan Dalmanê ku li gundê Sulakê rêncberiyê dike, bizinên xwe ji çêre anî kir gomê. Bişev perwaneya guran ket nav goma bizinan.

Guran ji 100 bizinî 25 bizin xeniqandin, 15 bizin jî birîndar kirin.

Dalman diyar kir, 9 sal in ew bizinên xwe dixe heman gomê, lê wî serê sibê ferq kir ku gur ketine gomê û wiha dewam kir, "Nêzî 50 hezar lire zirara min çêbû. Ez ji rayedaran dixwazim ku mexdûrbûna min telafî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın