Jiyan

Li Şirnex û Sêrtê xwelî dibare

Ekrem Payan, İsmail Şen, Fecri Barlık   | 24.05.2022
Li Şirnex û Sêrtê xwelî dibare

Şırnak

 Li bajarê Şirnex û Sêrtê xweliya ji çolên Misir û Sûriyeyê rabûye û hatiye, dibare û tesîra wê dewam dike.

Li bajarê Şirnexê ji ber ewrên toz û xubarê yên duh çêbûn û tesîra wan îro jî dewam dike çiyayên Cûdî û Gabarê xuya nakin.

Li navendê û navçeyên wek Îdil, Cizîr û Silopiyê ji ber barîna xweliyê wesayît û şaneşînên malan di nav toz û xubarê da man.

Rayedaran ji welatiyan xwest ku heta mecbûr nebIn bila dernekevin derva.

- Sêrt

Li bajarê Sêrtê jî tesîra toz û xubarê ya ku duh kêm bûbû û îro dîsa zêde bû, dewam dike.

Ji ber toz û xubarê qada dîtinê kêm bû û hewa jî qirêj bû.

Walîtiya Sêrtê ji ber toz û xubarê hişyarî da welatiyan ku bila bi baldar bin.

Ji deverên çol lê hene her sal bi hezaran ton xwelî û xubar radibe û bi navbeynkariya bayê ber bi erdnîgariyên din va diçe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın