Ekrem Payan
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Li Şirnexê şewata ku ku bi qada daristanê ketiye tê vemirandin.
Li ser rêbeja Şirnex-Sêrtê, li texma gundê Çakirsogutê, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, agir bi firêzê ket, bi bandora ba agir avêt qada daristanê.
Piştî agahdarkirinê, tîmên cendirme, polês û îtfaiyeyê, digel avreşênên Rêveberiya Kargêriya Daristanan, sewqî herêmê hatin kirin.
Tîm xebatên xwe yên ji bo kontrolkirina şewatê didomînin.