Halil İbrahim Sincar, Ekrem Payan
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
ŞIRNAK (AA) - Li Cizîra navçeya Şirnexê, Li Medreseya Sor "Merasima Îcazetê ya Hafiztiyê ya di Şopa Mîrateya Çandî" hat lidarxistin.
Di merasima ku 20 hafizan destûrname sitand da, Alîkarê Wezîrê Navxweyî Bulent Turan gotarek pêşkêş kir.
Turan anî ziman ku ev bername bi hevxebata Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezareta Navxweyî û Weqfa Hayratê hatiye lidarxistin.
Di merasima da piştî Alîkarê Wezîrê Navxweyî Turan, her yek ji Waliyê Şirnexê Bîrol Ekici, Rektora Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş gotar pêşkêş kirin.
Di bernameyê da bi zimanên Kurdî û Tirkî îlahî hatin xwendin.
Pênc xwendekarên ku di pêşbirka zimanê Tirkiya Osmanî da bûn yekem, sertîfîkayên serkeftinê wergirtin. Suxte û hafiz digel perwerdîgarên wan, bi çûna umreyê hatin xelatkirin.
Weqfa Hevgirtina bi Malbatên Şehîd û Gazîyan ra ya Tirkiyeyê Quranên ku bi ala Tirkiyeyê hatine xemilandin, pêşkêşî hafiz û suxteyan kir.
Di bernameya ku performansa semazenan jî di nav da bû da, Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Vezîr Baycar, Serokê Parêzgeha Şirnexê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Erkan, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl, her wiha xwendekar û welatî amade bûn.