Ekrem Payan, Berivan Aktuğ
14 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
Velat Çetînê ku bi hevalên xwe ra li devera gundê Akdîzgînê seyranê dikir, ji bo ku hênik bibe ket Çemê Dîcleyê û piştî demekê ji çavan dûr ket.
Li ser cawdayînê cendirme, ekîbên AFAD, Tenduristiya Bilez a 112yê, û yên Lêgerîn û Xelaskirina Binê Avê yên Şaredariya Cîzreyê çûn herêmê.
Piştî xebatan cinazeyê Çetîn qasî 500 mêtro dûrî cîhê ku ketibû avê, hat dîtin.
Ji bo ku otopsî bê kirin, cinaze şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.