Gökçe Karaköse, İbrahim Halil Aktürk
27 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
Minibêsa xeta Çerkezkoy-Kapakli-Beylîkduzuyê ya ku li ser Kolana Çerkezkoyê ya Taxa Çeltîkê diçê ji ber sedemeke hê nediyar e welgeriya kêleka rê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfeiye û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da Melek Duzgun (80) û Murat Memuk (40) mirin, 10 kes birîndar bûn.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên hawirdor.
Cenaze jî birin morga Saziya Tibê Edlî.
Li herêmê ji ber qezayê trafîk çêbû.
Qaymeqamê Silîvriyê Tolga Togan li cihê qezayê vekolîn kirin û ji rayedaran agahî hildan û daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku "Tam diyar nîne lê biqasî me fehm kir dema hewl dide ku ji wesayîta li pêş derbas bibe dipeke. Mixabin ku 10 birîndar û 2 welatiyên me yên wefat kirin hene. Xwedê rehma xwe li kesên wefat kirin bike."