Jiyan

Li Silêmaniyeyê nêzî 200 salî ye ku bi rêbaza kevneşopî xwê derdixin

Li gundekî Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê ev nêzî 200 salî ye ku bi rê û rêbazên kevneşopî salê nêzî 400 ton xwê ji avê derdixin.

Abdullah Tel   | 30.06.2020
Li Silêmaniyeyê nêzî 200 salî ye ku bi rêbaza kevneşopî xwê derdixin

As Sulaymaniyah

 Li gundekî Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê ev nêzî 200 salî ye ku bi rê û rêbazên kevneşopî salê nêzî 400 ton xwê ji avê derdixin.

Gundê Howêlînê ya ser bajaroka Sengavê ya Silêmaniyeyê ku 103 kîlometre ji navenda bajêr dûr e bi xwêya xwe ya ji hêla mîneralê va dewlemend tê zanîn.

Şêniyên gund ava ji çend kaniyan tên di hewzên biçûk da berhev dikin û didin sekinandin. Bi tesîra germbûnê hilmûgûlm bi hewzê dikeve, av dimiçiqe û bi tenê xwêya bi mîneral dimîne.

Gundê Howêlînê jî wekî gelek gundên li Iraqê ne ji gelek derfetan mehrûm in lê xwêya lê derdikeve bi qelîte ye. Digel qelîteya xwêy hêj li gund febrîqeyeke bo xwê tuneye û gundî piranî di malên ji kerpîç hatine çêkirin da dimînin.

- "Ji sala 1830yî vir va em xwê derdixin"

Ji şêniyên gund Omîd Howêlînî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji kal û bavê xwe vir va bi vî karî ra eleqedar in û wiha dewam kir: "Em bi rêbazên kevneşopî xwê ji nav avê derdixin û bi firotina wê jî debara xwe dikin. Li vê derê cara ewil di sala 1830yî da xwê hatiye derxistin. Bavê kalê min, kalê min, bavê min jî ev kar kirine û niha jî ez vî karî dikim. Ez dikarim bibêjim ku nêzî 200 salî ye em xwê derdixin."

Howêlînî destnîşan kir ku ew ji meha nîsanê pê va dest bi berhevkirina xwê dikin û hewzên çêkirî bi avê tijî dikin û wiha domand: "Em avê bi boriyan tînin vê derê. Di meha hezîran û tîrmehê da av dimiçiqe û em jî xwêya derketiye meydanê berhev dikin."

Li gund 83 hewzên ji xweliyê hene û salê nêzî 400 ton xwê ji wan hewzan tê rakirin.

Howêlînî destnîşan kir ku qelîteya xwêya gundê wan gelekî baş e digel zor û zehmetiyên derxistinê ji hêla mîneralê va jî gelek dewlemend e û heke ev xwê li welatekî din ê pêşketîbûya jî wê derxistin, firotin û kara wê zêdetir bûya.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.