Jiyan

Li ser Girê Mirazan jî wê êdî balon bên firandin

Li Girê Mirazan a Şanliurfayê ku weke "destpêka dîrokê" tê pênasekirin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye wê seyra ji balonên bi hewaya germ difirin dest pê bike

Abdullah Tel   | 23.09.2020
Li ser Girê Mirazan jî wê êdî balon bên firandin

Şanlıurfa

 Li Girê Mirazan a Şanliurfayê ku weke "destpêka dîrokê" tê pênasekirin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire wek ceribandin firandina balonên seyrê yên bi hewaya germ difirin va, dest pê kir.

Girê Mirazan a ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî va bal dikşîne ser xwe her sal ji nav welêt û derveyî welêt mazûvaniya bi hezaran tûrîstan dike û her ku diçe jî ziyaretvan zêdetir dibin.

Par yanî 2019 wek sala "Girê Mirazan" hatibû îlankirin û herêm û perestgeha dîrokî ji hundur û derveyê welêt bala gelek kesan kişandibû ser xwe û der heq da belgefîlm û fîlmên anîmasyon hatin çêkirin û di gelek pêşangehan da jî nasandina wê hat kirin.

Bi nasandina herêmê va Şirketa Anonîm a Pêşxistina Tûrîzmê ya Şanliurfayê jî ji bo mêvanên ku tên zêdetir li bajêr bimînin di qada tûrîzmê da xwest ku alternatîfan zêdetir bike û bi vê mebestê jî bi kordînatoriya Walîtiya Şanliurfayê û Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê dest bi xebatekê kir.

Li bajêr ji bo ku balonên bi hewaya germ difirin bên firandin ji Midûriyeta Giştî ya Hewadariya Sivîl a Wezareta Gihandin û Binesaziyê (SHGM)destûr hat hildan û wek ceribandin firandina balonan dest pê kir.

Tê payîn ku ceribandin di nav mehekê da xilas bibe û paşê jî bi armanca pere qezenc kirinê seyra ji balonan dest pê bike û balon bên firandin.

Bîlge Ezelê pîlotê balona bi hewaya germ difire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji bo li Girê Mirazan dest bi firandina balonan bikin 2 sal û nîve ku hewl didin.

Ezel destnîşan kir ku 4 roje wan li herêmê dest bi ceribandinê kirine û wiha pê da çû: "Em bi firînên ceribandinê vahim qadên rabûn û danînê û him jî bayê li wan deran dipîvin. Piştî firînên ceribandinê di navbera mehek û meh û nîvê da wê firandina balonan dest pê bike. Em ji bo vê gelek bi kelecan in."

Ezel ragihand ku şêniyên herêmê li wan xwedî derketin û ji ber ku di qada tûrîzmê da xebateke wiha tê kirin û wê bi kêrî aboriya herêmê jî bê ew gelek kêfxweş in.

- Ewil wê bi 2 balonan firîn bê kirin

Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Ezel got: "Ceribandin gelek baş derbas dibin. Di serê ewil da wê 2 balon bên firandin û heke eleqe hebe wê ev zêde bibin. Em gelek kêfxweş in lewra piştî Kapadokyayê îhtimale ku evder jî bibe navenda firînê ya balonan. Li gor planên me wê balon di navbera 45 deqîqe û saetekê da li hewayê bimînin. Em awayê Girê Mirazan jî bê dîtin li cih kifş dikin."

Bi nasandina Girê Mirazan va tê payîn ku li herêmê eleqeya ser balonên bi hewaya germ difirin jî wê zêdetir be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.