Jiyan

Li ser Çiyayê Nemrûdê mihrîcana bafirokê hat lidarxistin

Servet Taşdemir   | 06.06.2021
Li ser Çiyayê Nemrûdê mihrîcana bafirokê hat lidarxistin

Bitlis

 Walîtiya Bidlîsê û Midûriya Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê li Çiyayê Nemrûdê mihrîcana bafirokan li dar xist.

Çalakî di çarçoveya çalakiyên Roja Hawirdorê ya Cîhanê da hat lidarxistin û zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi malbatên xwe ra bafirok firandin.

Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da û esmanên Bidlîsê bi bafirokan rengîn bû.

Dogan Yorulmazê Midûrê Bajêr ê Hawirdor û Bajarvaniyê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, ji bo ku eleqeya civakê zêdetir li ser siruştê çêbibe, wan çalakî li dar xist.

Yorulmaz daxuyand, di vê çarçoveyê da wan li navenda bajêr li şêniyên bajêr şawqe û maske bela kirin, li navçeya Tetwanê bi palyaçoyan va şahî organîze kir û îro jî bi zarok û ciwanan ra hatin bal hev.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın