Jiyan

Li ser Çemê Dîcleyê pêşbaziya raftîngê hat kirin

Di çarçoveya Hefteya Sporê ya Ewropayê da tîmên raftîngê yên ji Wan, Hekarî û Şirnexê hatibûn li ser Çemê Dîcleyê ketin pêşbaziyê.

Nurten Aslan   | 23.09.2021
Li ser Çemê Dîcleyê pêşbaziya raftîngê hat kirin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di çarçoveya Hefteya Sporê ya Ewropayê da Çemê Dîcleyê ji pêşbaziya raftîngê ra mazûvanî kir.

Di çarçoveya organîzasyonê da Walî Munîr Karaloglu di bernameya ser Pireya Deh Çavî ku li navçeya Sûrê ye axivî û got ku bajarê Diyarbekirê devereke kevnare û qasî 12 hezar sale li ser xwe ye.

Walî Karaloglu destnîşan kir ku ji bo siruşt û dîrokê û herî zêde jî ji bo mirovan ew xebatê xwe didomînin û di vê çarçoveyê da ji bo herkes bikaribe li gorî xwe sporê bike jî amadehiyan dikin.

Karaloglu diyar kir ku wan li ser Çemê Dîcleyê pêşbaziya raftîngê organîze kirin û wiha domand: "Bi rastî jî ez ji raftîngê gelek hez dikim. Sporeke zehmet jî nîne. Bi taybetî jî li deverên wiha kêş û kaş kêm in, ev spor gelek rihet e. Li Çatak û Bahçesaraya navçeyên Wanê li wan parkuran ev spor zêdetir zehmet e."

Di berdewamiya axaftina xwe da Karaloglu ragihand ku erdnîgariya Diyarbekirê li gorî ya Wan, Şirnex û Hekariyê ji bo raftîngê hêsantir e û ew dixwazin ku bila Diyarbekir her roj bi mijarên rengîn va di rojeva Tirkiyeyê da cî bigire.

Piştî axaftina Walî li ser Çemê Dîcleyê di navbera tîmên raftîngê yên ji Wan, Hekarî û Şirnexê hatibûn pêşbaziya raftîngê hat kirin.

Di encama pêşbaziyê da xelat û madalya dan sporvanên bi ser ketin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.