Jiyan

Li Şenyaylaya ji terorê hat paqijkirin bi salan şûnda kêfxweşiya eydê

Sabri Yıldırım  | 20.07.2021 - Rojanekırın : 28.07.2021
Li Şenyaylaya ji terorê hat paqijkirin bi salan şûnda kêfxweşiya eydê Sabri Yıldırım - AA

Muş

Li Mûşê li Şenyaylaya ku bi operasyonên hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin, heywandarên ku debara xwe bi xwedîkirina pez dikin, kêfxweş in ku bi salan şûnda li zozanê eydê pêşwazî dikin.

Li Şenyaylaya ji terorê hat paqijkirin bi salan şûnda kêfxweşiya eydê

Li Mûşê li Şenyaylaya ku bi operasyonên hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin, heywandarên ku debara xwe bi xwedîkirina pez dikin, kêfxweş in ku bi salan şûnda li zozanê eydê pêşwazî dikin. ( Sabri Yıldırım - Anadolu Agency )

Li Şenyaylaya ku raqima wê 2 hezar e û bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê va aram û ewle bû, kelecaniya Eyda Qurbanê xwe nîşan da.

Heywandarên ku bi germbûna hewayê hatin zozan, di kon da nimêja eydê kirin û her wiha dû ra jî eyda hev pîroz kirin û xwarinên herêmî yên ku bi hev ra çêkirin, xwarin.

Welatî Zabit Eker ku beşdarî eydaniyê bû, ji rojnamegeran ra got, welatiyên ku Eyda Qurbanê li herêma Şenyaylayê derbas dikin, bi piranî ji Diyarbekirê ne.

20.07.2021

Li Şenyaylaya ji terorê hat paqijkirin bi salan şûnda kêfxweşiya eydê

Eker bal kişand ku ji bo çêrandina pez, heywandar 6 mehan li zozan dimînin û wiha got, "Em jî îro ji Mûşê hatin û me li gorî edet û kevneşopiyên xwe eyda wan pîroz kir. Em kêfxweş û bextewar in ku em piştî demeke dirêj hatin cem hev. Em hêviya eydên wiha yên aram û xweş dikin."

Zozanvan Ruzgar Çelik jî diyar kir ku wan rojek beriya eydê dest bi amadekariyan kir û wiha got:

"Li vir piştî nimêja eydê nan tê xwarin, bi piranî em qelî dixwin. Edetê me wisa ye. Mêvanên me jî tên. Bav û apê min hersal vê kevneşopiya me didomînin. Bi heval, hogir û eqrebayên ji ku ji Diyarbekir, Stenbol, Batman, Mûş û dewrûberê tên em li vir kom dibin û eyda hev pîroz dikin."



​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.