Li Şelaleya Tortumê ya ku namzedê UNESCOyê ye, qerebalixiya dawiya hefteyê
Li Erziromê Şelaleya Tortumê ya ku ji bo Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê wekî namzed hatiye nîşandan, dawiya hefteyê mazûvaniya gelek kesan kir
Muhammed Onur Yavrutürk, Faruk Küçük
14 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
photo: Muhammed Onur Yavrutürk / AA
ERZURUM
Li Erziromê Şelaleya Tortumê ya ku ji bo Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê wekî namzed hatiye nîşandan, dawiya hefteyê mazûvaniya gelek kesan kir.
Wêne : Muhammed Onur Yavrutürk/AA
Şelale li ser rêya Erzirom û Artvînê li kîlomêtreya 110emîn e û ji asta behrê nêzî 1000 mêtreyî bilind e. Kesên ku xwestin betlaneya xwe ya dawiya hefteyê bi geştê derbas bikin, berê xwe dan şelaleyê jî.
Ji bo ku ziyaretvan bi rehetîkî bigerin, li derdora şelaleyê rê û pê hatin çêkirin. Digel şiverêyên meşê, gelek teras jî li derdora şelaleyê hene.
Wêne : Muhammed Onur Yavrutürk/AA
Şelale nêzî 21 mêtreyan bi ber e û 48 mêtre ji jor va diherike.
Derdora şiverêyên dora şelaleyê dar hatin danîn û bi kulîlkan hatin xemilandin. Ziyaretvan li derdora şelaleyê û li ser terasên temaşekirinê têra xwe wêne kişandin.
Kerem Karataşê ku ji Stenbolê hat, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî heta niha li Anadoluyê çend şelale dîtine û wiha dewam kir, "Lêbelê cara ewil e rastî şelaleyeke ev qas bilind û xweş hatim. Şelale ew qas gur diherike ku li hin derên wê keskesor dertê. Em ji bo kişandina wêneyan peyayî jêrê bûn û em gelekî şil bûn. Lê şilbûna me ji bo kişandina wêneyan ber ket."
Li Şelaleya Tortumê ya ku namzedê UNESCOyê ye, qerebalixiya dawiya hefteyê