Li Sariqamîşê siruşt bi berf û rengên payîzê xemilî

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê berf di ser rengên payîzê da ket û siruşt rengîntir bû.

Li navçeya ku zivistan lê dûr û dirêj derbas dibe, duh li ser daristana Sulu Dere û Çiyayê Agbabayê yê ku 2 hezar û 500 mêtre bilind e, berf ket.

Berfa spî û rengên payîzê bi hev ra dîmenên xweş derxistin holê.

Hespên çolê jî dema ku li daristanê diçêriyan, ketin ber kamerayê.