Jiyan

Li Sariqamîşê kulîlkên rengîn navçeyê xemilandin

Li Sariqamişa navçeya Qersê berfîn û sosinên mizginiya biharê didin vebûn.

Türkan Tosun  | 09.04.2020 - Rojanekırın : 15.04.2020
Li Sariqamîşê kulîlkên rengîn navçeyê xemilandin

Kars

Li navçeyê ji ber ku êdî hewa germ dibe li daristana sariçamê ya di navbera çiyayên Cibiltepe û Agbabayê da kulîlk vedibin û mizginiya biharê didin.

Piştî ku berf heliya çivîk jî li dora gol û avan hatin dîtin.

Vebûna kulîlkan a bi rengîn dîmenên xweş derxistin holê.

Wênekêş Turhan Kocaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew kêfxweş e ku wêneyên xwezayî dikşîne.

Kocabaş got Sariqamîş her demsal xweş e û wiha axivî: "Li Sarîqamîşê berf heliya, xweza zindî bû. Niha berfîn û sosin vedibin. Em jî wek wênekêşên xwezayê heta ji destê me tê dîmenên wan dikşînin. Lê îsal ji ber vîrusa koronayê roj bi zehmetî derbas dibin. Em tevdîrên xwe dibînin û bi awayekî sînorkirî dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın