Jiyan

Li Sariqamîşê bereketa darên fêkiyan zêde bû

Hüseyin Demirci  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Li Sariqamîşê bereketa darên fêkiyan zêde bû Hüseyin Demirci

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber rewşa avûhewayê bereketa darên fêkiyan zêde bû.

Di mehên tîrmeh û tebaxê da li navçeyê germahiya hewayê li gor demsalê zêde bû ku ji ber vê jî fêkiyên li ser daran zêde çêbûn.

Darên şilor, sêv, hurmî, wîşne û mişmişan ên li hin baxçeyan îsal cara ewil zêde fêkî dan.

Serokê Odeya Zireatê ya Sariqamîşê Nesîm Gok ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di salên dawîn da demsala havînê germ derbas dibe.

Gok anî ziman ku du sal berê jî saleke bibereket bû û wiha axivî: "Îsal ji ber ku havînê hewa zêde germ bû, di darên fêkiyan da bereket çêbû. Heta niha qet evqas bereket çênedibû."

Haci Alkanê (60) li Taxa Yeniyê dijî jî got wî 10 sal berê darên fêkiyan ên wek sêv, hurmî û mişmişan li baxçeyê xwe daniye.

Umît Alp jî got ji ber germahiya du mehên dawîn sêv mezin bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın