İbrahim Atmaca
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliûrfayê cara duyemîn Festîvala Îsotê Urfayê ya Navneteweyî (URFES) li dar xist û di çarçoveya festîvalê da şênayiya çîg hat kirin û kesên beşdarî şênayiyê bûn, ji bo ku çîga herî xweş çêkin bi hev ra ketin pêşbaziyê.
Çalakî li Sûka Destên Hamarat hat kirin û Walî Abdullah Erîn, Şaredarê Bajarê Mezin Nîhat Çîftçî, Serokbajarê AK Partiyê Bahattîn Yildiz, Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Şanliûrfayê Halîl Peltek jî di nav da nêzî 200 kesî beşdar bûn û di heman demê da çîg vestran.
Jin, zarok û kal û pîr jî beşdar bûn û dîmenên rengîn derketin holê.
Henekvan Yavuz Seçkîn pêşkêşvaniya pêşbirkê kir û milet da kenandin. Çîga ku di dawiya çalakiyê da hat amadekirin, li welatiyên li wê derê hatin belakirin.
Festîval wê îro piştî hin çalakiyan diqede.