Jiyan

Li Şanliurfayê mesaiya dirêj û zehmet a îsotan destpê kir

Li Şanliurfaya ku xwediyê medbexeke dewlemend e, îsota bi vî bajarî bi nav û deng a ku tamê dide xwarinên bajêr, bi vê germa dijwar re piştî mesaiya dirêj û zehmet cihê xwe di dezgehan de digire.

Müslüm Etgü  | 18.07.2021 - Rojanekırın : 22.07.2021
Li Şanliurfayê mesaiya dirêj û zehmet a îsotan destpê kir

Şanlıurfa

Li Şanliurfaya ku xwediyê medbexeke dewlemend e, îsota bi vî bajarî bi nav û deng a ku tamê dide xwarinên bajêr, bi vê germa dijwar re piştî mesaiya dirêj û zehmet cihê xwe di dezgehan de digire.

Li Şanliurfaya ku bi Projeya Başurê Rojhilatê ya Anadoluyê (GAP) çandiniya bi avdaniyê berbilav bûye, îsot bi biharê re tên çandin û havînê tên çinîn. Paşê li qemyonan dikin û tînin bazaran.

Malbatên ku debara xwe bi firotina îsotan dikin li bazaran difiroşin, hinek malbat jî wan dikirin li malê yaxud li hewşê dişon û qirşikên wan jê dikin.

Paşê îsotan li makîneyê dixin û li ser naylonan radixin. Piştî ku li ber tavê bi temamî hişk bûn jî rengê wan tarî dibe û dîsan diavêjin makîneyê.

Bi zeyta zeytûna li hev dixin, piştî wî karê dirêj û zehmet dibin îsotên ku tên xwestin.

Îsota ku berhema tescîldar a Şanliurfayê ye seranserê salê li ser dezgehên beharatfiroşan û kargehên biçûk, kîloya wê bi 50-80 lîreyî tê firotin.

- "Pêdivê li îsota Şanliurfayê xwedî bê derketin"

Serokê Kooperatîfa Berhemdarên Îsotê ya Şanliurfayê (ŞÎKOP) Bekir Polat ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku di bin 40 derece Germbûna hewayê de mewsima îsotê destpê dike.

Polat wijha got, "Îsot li Şanlurfayê berhemeke wisa ye ku nebe nabe, debara ehlê herêmê li ser vê tamê ye. Pêdivê li îsota Şanliurfayê xwedî bê derketin."

Haci Çavciyê ku ev nêzîka 10 salan e berhemkarên îsotan e, destnîşan kir ku ji ber germiya hewayê çinîna îsotan zûtir destpê kiriye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın