Li Şanliurfayê kesên ji germê aciz dibin diçin cihên hêşîn ku hênik bibin
Şanlıurfa
Li Şanliurfayê welatî ji ber germê diçin cihên hêşînahî û hewzên avê ku hênik bibin.
Li bajêr germahiya hewayê digîhêje 40 pileyî.
Kesên ji germê aciz dibin diçin seyranê, parkan û hêşînahiya dora Gola Masiyan.
Hewzên avjeniyê jî ji bo hênikbûnê ji hêla welatiyan va tên bikaranîn.
Hin zarok jî li ber mala xwe bi avê va dilîzin û wextê xwe wisa derbas dikin.
Ji ber germê hatin û çûyîna wesayîtan jî kêm bû.