Jiyan

Li Şanliurfayê di şerê çekdarî ya di navbera eqrebayan derket da 2 kes hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn

Eşber Ayaydın  | 29.11.2025 - Rojanekırın : 29.11.2025
Li Şanliurfayê di şerê çekdarî ya di navbera eqrebayan derket da 2 kes hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn Eşber Ayaydın

Şanlıurfa

 Li Xelîliyeya navçeya Şanliurfayê di şerê çekdarî ya ku di navbera eqrebayan derket da 2 kes hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn.

Li Kolana 2076emîn a Taxa Suleymaniyeyê di navbera eqrebayan da ji ber sedemeke hê nayê zanîn nîqaş derket.

Di bûyer ku guherî şer da 4 kes bi çekê birîndar bûn.

Li ser îxbarê kesên hawirdor ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîbên tenduristiyê di kontrola xwe da tesbît kirin ku Mahmut Çekî li cihê bûyerê miriye.

Bi ambulansê 3 birîndarên din rakirin nexweşxaneyê.

Reşît Çekiyê ku di şer da giran birîndar bû digel midaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê jiyana xwe ji dest da.

Ekîbên polêsan li hawirdor tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hildan û ji bo girtina kesên tevî şer bûne xebat dan destpêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın