Li Şanliurfayê di qezaya trafîkê ya zincîreyî da 10 kes birîndar bûn

Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê di qezaya trafîkê ya zincîreyî da 10 kes birîndar bûn.

Li ser rêbeja Sêwreg-Diyarbekirê li kîlomêtroya 15emîn otomobîlên plakayên wan 63 AFV 259, 34 CFC 728 û 06 EM 497 li hevdu qelibîn.

Di qezayê da 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên li der û dorê ekîbên tendusristî û polêsan hatin cihê bûyerê.

Birîndaran bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.