Jiyan

Li Şanliurfayê hilberîna hingiv bi piştekaTKDKê zêde dibe

Li Şanliurfaya ku navendeke giring a çandinî û heywandariyê ye, bi pişteka Saziya Piştekkirina Geşepêdana Çolwarî û Çandiniyê (TKDK) hilberîna hingiv û koloniya mêşhingivan sal bi sal zêde dibe.

Mehmet Fatih Aslan   | 10.10.2021
Li Şanliurfayê hilberîna hingiv bi piştekaTKDKê zêde dibe

Şanlıurfa

Li Şanliurfaya ku navendeke giring a çandinî û heywandariyê ye, bi pişteka Saziya Piştekkirina Geşepêdana Çolwarî û Çandiniyê (TKDK) hilberîna hingiv û koloniya mêşhingivan sal bi sal zêde dibe.

TKDKya ku di bin banê Wezareta Çandinî Daristanan de bi mebesta geşepêana çandinî û heywandariyê pişteka hîbeyê dide hîlberîneran dibe sedema ku hilberîn zêde bibe.

Di vê çarçoveyê de TKDKya ku piştek da 49 sazî wisa kir ku hilberîna hingiv a ku beriya 5 salan 1818 ton bû bibe 2 hezar û 120 ton.

Li Şanliurfayê Serokê Yekîtiya Mêşhingivan Kenan Kaya ji nûçegihanê AAyê re axivî.

Kaya anî ziman ku Tirkiye licîhanê di warê hilberîna hingiv de 2yemîn e û Şanliurfa jîli welêt di rêza 10an de ye.

Kaya destnîşan kir ku sala 2003yan digel 57 hilberînerî yekîtî ava kirine û wiha pê de çû:

"Dema ku me bi 57 hilberîneran destpê kir, li Şanliurfayê 3 hezar û 500 koloniyên mêşhingiv hebûn. Nuha ev hejmar li derdora 80 hezarî ye. Hilberîna hingiv jî gihiştiye ser 2 hezar û 100 tonî."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın