Mehmet Emin Ergüvan
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Surûca navçeya Şanliurfayê zarokekî 8 salî ji ber êrîşa kûçikên serberedayî birîndar bû.
Zaroka bi navê Evîn Bayo Sarik a ku li Taxa Hurriyetê ya di nav sînorên Şaredariya Surûcê da rastî êrîşa kûçikên serberdayî hat, bi destwerdana kesên ku li wir bûn, hat rizgarkirin.
Zaroka ku li gelek deverên laşê xwe birîndar bû, xizmên wê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Surûcê. Piştî dermankirinê, ew ji nexweşxaneyê derket û rewşa wê ya tenduristiyê baş e.
Qaymeqamê Navçeya Surûcê Muhammed Furkan Tuna, Fermandarê Cendermeya Navçeyê Ustegmen Omer Lutfi Ozcan û Wekîlê Rêveberê Ewlekariya Navçeyê Mehmet Dogan li mala wê serdana keçikê kirin û hêviya şîfayê jê ra xwestin.