Cuma Sarı
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Li Sêwerega navçeya Şanliurfayê otomobîlek wergeriya şerampolê, ji ber qezayê 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Otomobîla bi plaqeya 42 KZ 131 ku ajokarê wê Îhsan Kesik (27) bû, li kîlometreya 25an ya rêya sereke ya Sêwereg-Diyarbekirê ji kontrolê derket û wergeriya şerampolê.
Di qezayê da ajokar birîndar bû, lê Hamza Kesik (41), Safiye Kesik (53) û Mizgîn Kesik (30) yên ku di otomobîlê da bûn, li cihê bûyerê mirin.
Piştî agahdarkirinê tîmên bijîşkî, agirkujiyê, polês û cendrimeyan ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Ajokarê birîndar ji aliyê tîmên bijîşkî va birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê û cenaze jî rakirin morgê.