Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan tavî dê were

Sagip Sezginer  | 13.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan tavî dê were

Erzurum

Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan tavî û taviya bibirqetav dê were.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be û her wiha ji danê nîvro şûnda li Erzirom, Erzingan, Tuncelî, Agirî, Qers û Erdexanê tavî û taviya bibirqetav dê were.

Tê texmînkirin, baran ji danê nîvro şûnda dê li Qers û Erdexanê û her wiha li aliyê bakur ê Erziromê gumrah bibare.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur û rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Îdirê 20, li Agiriyê 16, li Tuncelî û Erzinganê 13, li Erdexanê 9, li Erziromê 8, li Qersê 7 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 33, li Tunceliyê 31, li Agiriyê 28, li Erzinganê 26, li Qersê 23, li Erziromê 22 û li Erdexanê jî 19 pile be.

Li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, bayê gur û teyrokê welatî divê baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın