Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê çem û robar qerisîn

İbrahim Atmaca  | 22.02.2021 - Rojanekırın : 23.02.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê çem û robar qerisîn

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di sir û sermayê da hin çem û robar qerisîn, bi çatiyên avahiyan va bi mêtroyan va şembelîlk çêbûn.

Piştî barîna berfê li Erziromê germa hewayê 19 pile ket binê sifirê û jiyan ket tengasiyê.

Dirêjahiya şembelîlkên ku bi çatiyên avahiyan va çêbûn ji mêtreyekî derbas dibe. Di sir û sermayê da qiraviyê camên mal û kargehan û dar pêçan.

Şofêran camên xwe yên ku qiravî girtine, paqij kirin.

Ekîbên rêbej û şaredariyê li bajêr berfê davêjin û xoyê direşînin.

- Qers

Li Qersê piştî barîna berfê sir û serma zêde bû û bi çatiyên avahiyan va şembelîlk çêbûn, camên mal û kargehan qiravî girt.

Hefteya çûyî ji ber ku germa hewayê li gor şertên demsalê zêde bû, Çemê Qersê veheliya, lê di sir û sermaya duh pêr va cardin qerisî.

Li navçeya Sarîqamişê jî ji ber sir û sermayê bi çatiyên hin avahiyan va 4-5 santêm şembelîlk çêbûn. Li navçeyê wesayît û camên malan jî cemed girtin.

Hin welatiyan bi makîneya ziwakirina poran va camên wesayîtên xwe vehelandin.

Ekîbên Şaredariya Sarîqamişê bi makîneyên kar va berf û cemed paqij kirin û bi kamyonan dikişînin derveyî navçeyê.

- Agirî

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm bişev di binê sifirê da bi 24 pileyî va li Agiriyê hat pîvan. Li Agiriyê jî çem û robar qerisîn û bi çatiyan va şembelîlk çêbûn.

Dar û ber bi qiraviyê hatin pêçan, piştî berfa ku çend roj berê barî, li gundên bilind qalindahiya berfê derket 2 mêtreyî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın