Li Rojhilatê Anadoluyê berfê bibare
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da 21 pileyan va li Agiriyê hat pîvan
Erzurum
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, serê sibê li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be. Ji danê nîvro pê va jî berf wê bibare.
Şev û serê sibê qeşa, hişkî, mij û dûman wê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur jî ba wê rabe.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Agiriyê 21, li Qersê 18, li Erziromê 15, li Erdexanê 9, li Îdirê 7 û li Erzincanê jî 3 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde jî li Erzinganê 2 pile, li Îdirê 3 pile, di binê sifrê da li Qers û Erziromê 4 pile, li Agiriyê 6 pile û li Erdexanê 7 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Qersê 4, li Erziromê 6, li Agiriyê 11, ji navendên kaşûnê li Palandokenê 58, li Cibiltepeyê 45 û li Erganê jî 22 santêm hat pîvan.
Rayaderan hişyarî da welatiyan ku ji ber qeşa, hişkî û mijê ew baldar û bi tevdîr bin.