Jiyan

Li Rojhilat ji ber hewaya sar çeman û camên wesayît û malan cemed girt

Li Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.

Elif Irmak   | 24.11.2020
Li Rojhilat ji ber hewaya sar çeman û camên wesayît û malan cemed girt

Kars

Li Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.

Li Qersa ku yek ji wan bajaran e germahiya hewayê bi ev dikeve bin sifirê camên hin wesayît û kargehan xûsî girt. Welatiyan xûsiya li ser caman kolan û paqij kirin.

Hin welatiyan ji ber hewaya sar betanî avêtin ser wesayîtên xwe.

Ji welatiyan Yuksel Bîlgîr daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku tesîra hewaya sar tê hîskirin û wiha axivî: "Bi şev gelekî serma çêdibe, êdi zivistan hat. Em sibehê zû radibin ji bo ku em biçin kar divê em camên wesayîtên xwe yên qeşa girtine rêç bikin. Carna ewqas sar dibe ku deriyên wesayîtê jî qeşa digirin. Çileya me ya zivistanê dest pê kir, seranserê zivistanê jiyana me dê wiha bidome."

Li navçeya Sariqamîşê jî hin welatiyan ji ber hewaya sar betanî û cilik avêtin ser erebeyên xwe ku serma lê nexe. Camên erebe û malan û nebatan qeşa girt.

Ji ber hewaya sar li banên avahiyên navçeyê şembelîk çêbûn.

Yekbûna Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye û piştî berfê çil û spîbûye û Xirabeyên Aniyê yên li Qersê yên ku di Lîsteya Mîretaye Dinyayê ya UNESCOyê da ye û lê rojên dawîn ên payîzê heye dîmenên xweşik derxistin holê.

- Agirî

Li Agiriyê jî hewaya sar a ku bi taybetî sibehê û bi şev bi tesîr e jiyanê dixe tengasiyê.

Ji ber hewaya sar rûyê Çemê Taşliçayê ci bî cî cemed girt. Camên gelek wesayîtan jî qeşa girt.

Hin welatiyan jî betanî avêtin ser erebeyên xwe ku ji sermayê biparêzin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî ji ber hewaya sar li ser wesayîtan û caman xûsî çêbû.

Li Taxa Kaptanpaşayê esnaf ji bo çûkên ku nikarin xwarin bibînin qut danîn hin cihan.

Esnaf Gokhan Çelîk wiha axivî: "Çûk jî can in, ji bo ku birçî nemînin em hin saetan qut datînin. Ji ber ku hewa li bajêr sar e em ê wan ji bîr nekin, birçî nehêlin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın