Li rojhilatê welêt ji ber berfê rêya 646 wargehên 4 bajaran hat girtin

Van
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber rewşa hewayê û berfê rêya 646 taxan hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajrê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagerê rêya 202 wangehan hat girtin. Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin û berfa li ser rêyên navenda bajêr paqij dikin.
- Hekarî
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin, ji ber rewşa hewayê rêya 193 gom û gundan hat girtin, ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirian van rêyan dixebitin.
- Mûş û Bidlîs
Li Mûşê ji ber berf û bagera rêya 132 gundan hat girtin.
Li Bidlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya 119 gundan hat girtin, ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.