Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê welatî tengasiyê dikişînin.

Erzurum
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê welatî tengasiyê dikişînin.
Li Erziromê piştî berfa ku barî hewa gelekî sar bû, kuçe û kolan cemidîn.
Hin şofêran ji bo wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin betaniye avêtin ser wan.
Hewz û kaniyên bajêr ji ber sermayê qeşa girtin.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber sermayê li ser dar û beran qiravî çêbû.
Li ser rê û peyarêyan cemed çêbû, camên gelek dikanan jî qeşa girt.
Welatiyên ji malên xwe derketin zehmetî kişandin.
Li ser têya Çildir û Aktaşê bager çêbû.
- Agirî
Li Agiriya hewaya wê gelekî sar bû jî depoya sotemeniyê ya tiran qeşa girt.
Şofêran di binê depoyên wesayîtên xwe da agir dadan ku wesayîtan bixebitînin.
Li bajêr çem û robaran cemidî û banê xaniyan jî şembelûk girtin.
- Qers
Li Qersê ji ber hewaya sar Bendava Qersê û Çemê Qersê qeşa girt.
Li ser dar û beran qeravî çêbû.
Tîmên şaredariyê ji bo ku welatî zehmetiyê nekşînin xebitîn, qeşaya li ser peyarêyan paqij kirin.