Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê serma

Haydar Şahin   | 22.01.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê serma

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya sar welatiyan dixe tengasiyê.

Li Erziromê piştî berfa hefteyek e dibare hewa gelekî sar bû û welatî tengasiyê dikişînin.

Li bajêr şardivan cemidîn, ekîbên şaredariyê berfa li rê û peyarêyan paqij kirin.

Welatiyan bi zor û zehmetî wesayîtên xwe dan xebitandi, sivingê xaniyan cembelîk girtin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî qirayî ket ser daran.

Li bajêr rê û peyarêyan cemed girt, welatiyan bi zor û zehmetî wesayîtên xwe dan xebitandin.

Çemê Kurayê qeşa girt û dîmenên balkêş derketin holê.

- Agirî

Li Agiriyê germahiya hewayê dakete 32 pileyên binê sifirê û welatiyan tengasî kişand.

Welatiyên ji bo heywanên xwe bifroşin ber destê sibê hatin meydanê jî ji ber sermayê gelekî tengasî kişandin.

Birî û bijang û rû û simbêlê welatiyan û heywanan qirayî girt.

Li bajarê çemên lê cemidîn depoya gelek wesayîtan cemidî. Ajokaran di binê depoyan da agir dadan ku cemed bihele.

Wekî mayîn li bajêr sivingên xaniyan cembelîkên dirêj girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın