Jiyan

Li Rihayê di qezayê da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn

Müslüm Etgü, Yasin Dikme  | 04.12.2021 - Rojanekırın : 05.12.2021
Li Rihayê di qezayê da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn

Şanlıurfa

 Li Bîrecîka navçeya Rihayê du wesayît li hev qelibîn û 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Wesaîta bi plakeya 44 HT 681 ku şofêrê wê Nevzat Korkmaz bû û kamyona bi plakeya 34 AG 4195 ku Muslum K. diajot li ser rêya Riha-Birecîkê li hev qelibîn.

Di qezayê da şofêrê wesayîtê Nevzat Korkmaz û Meryem û Yakup Korkmaz li cihê qezayê mirin.

Şofêrê kamyonê Muslum K.yê birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê û Hakki, Salîh û Nehsen Korkmaz jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê.

Ji birîndaran Hakki Korkmaz jî li nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan bi ser xwe da nehat û mir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın